BEDRAN FORUM

Would you like to react to this message? Create an account in a few clicks or log in to continue.
BEDRAN FORUM

Kültür, sanat, edebiyat ve tarih.


3 posters

    Pêkenok :)

    avatar
    ARAM


    Mesaj Sayısı : 3
    Kayıt tarihi : 24/04/09
    Nerden : kimbilir:))

    Pêkenok :) Empty Pêkenok :)

    Mesaj  ARAM Salı Haz. 23, 2009 1:46 pm

    BAJARÊ BISMILÊYE GÎDIPSEEEN !
    Li hêla Bismilê, ji gundê Koselîya merivek wê biçe bajêr.
    Jina wî jê re dibêje:
    - Ma bajarê Bismilêye gîdipseeen, Fatosêye bîr don getiiir!
    - Ma ne bilim ne qedemdiiir?
    - Wîîî, ma hema bîr mîtro bîr nigine
    Bîr mîtro jî dîger nigine,
    Ellî santîm nav nigine
    Girmî bês santîm jî pizîsine getir bestirBILA ÇAR PERÇE BE!
    Merivek li asxanê pîzzayekê dixwaze.
    Pîzzacî:
    - Ez pîzza te bikim çar perçe yan hest perçe?
    - Hest perçe pirr e ez nikarim bixwim, bila çar perçe be!


    ÇEND SALÎ YE...
    Hakim ji jinika sahid dipirse:
    - Tu çend salî yî?
    Jinik:
    - 28 sal û çend meh!
    Hakim:
    - Yanê çawa çend meh?
    Jinik:
    - Yanê ez 28 sal û 115 mehî me!


    DEST NEDE TIRÎYAN...
    Amerîkayîyek li ser dikana meywefiros-
    zebesekî digre û nîsanî meywefiros dide û dibêje:
    - Ma sêvên we yên herî mezin ev in?
    Meywefiros jî dibêje:
    - Ji kerema xwe re destê xwe pirr nede tirîyan wê bihellisin!


    DI DEWSA BAVÊ XWE DE!
    - Tu çend salî yî?
    - 10 salî.
    - Deh salî yî û tu dizîyê dikî ha?
    - Welleh polîs efendî, ez bi xwe ne diz im.
    Bavê min nexwes e, ez di dewsa wî de kar dikim!


    DI PEY A'YÊ RE KÎJAN HERF TÊ?
    Li dibistanê mamosta ji Lezgîn dipirse:
    - Lezgîn, tu herfên alfabê hemûyan dizanî?
    - Belê mamoste, dizanim.
    - Ê de ka bibêje di pey herfa A'yê re kîjan herf tê?
    - Di pey herfa A'yê re hemûyên herfan tên..!


    DI POKERÊ DE QEZENC KIR!
    Mudirê hepsê ji gardîyan dipirse:
    - Êêê, hela bibêje mahkûm çawa revîya?
    - Kilîta wî hebû!
    - Qey ji we dizîbû?
    - Na mudirê min, di pokerê de qezenc kir!


    EYNÎ WEK YA GUNDÊ ME YE
    Yekî Cilînî diçe gundekî, êvar e lê hîvron e.
    Mêrikê Cilînî weha li hîvê dinihêre,
    pasê ji gundîyan re weha dibêje:
    - Çi hîveke we ya rohn heye, eynî mîna ya gundê me ye.


    EZ MEYMÛNÊ NAXWAZIM!
    Mîrovekî ji xwe re jineke dewlemend anîbû.
    Rojekê ji jina xwe pirsî:
    - Erê, te li mala bavê xwe wexta xwe çawa derbas dikir?
    - Bi meymûnê xwe.
    - Yanê tu dixwazî, ez jî ji te re meymûnekî bikirim?
    - Na, tu li ba min î, bes e!



    EZÊ PÊ SORBÊ VEXWIM!
    Gundîyek diçe li malekê dibe mêvan.
    Kebanîya malê jê re sorbê tîne datîne ber,
    lê kevçî ji bîr ve dike.
    Mêvan dinihêre ku kebanî serwext nabe,dibêje:
    - Xuskê xuskê, ca ji kerema xwe tu dikarî ji min re kêrê bînî!
    - Mêvanê delal ma tu yê çi bikî bi kêrê?
    - Wele ezê guhê xwe jêkim
    û bikim kevçî daku pê sorbê vexwim!


    EZÊ TÎMSEHEK DIN JÎ BIKUJIM...
    Jina mirovekî zengîn ji mêrê xwe cotek-
    solên ji çermê tîmsehan xwest.
    Mêrik jî got "Bira be, ezê ji te re peyde bikim"
    û rabû çû Afrîkayê nêçîra tîmsehan.
    Nêzî 20 tîmseh kustin sûn de, êdî aciz bû û ji xwe re got:
    - Ezê tîmseheke din jî bikujim,
    eger ew jî pêxwas (bê sol) be, êdî ezê dev jê berdim!


    FÎL Û KURMORÎ
    Rojekê Fîl û Kurmorî diçin sînemayê.
    Fîl:- Ger bavê min were û min li vê derê bibîne wê pir bixeyide.
    Kurmorî:- Netirse, wexta ku bavê te hat, tu xwe li pist min vesêre!


    FEYDA ZIMAN
    Miskek û çêlikên xwe li derve digerîyan.
    Bi carekê de çavê wê li pisikekê ket.
    Miskê dest pê kir 'ewtîya.
    - 'Ewt 'ewt 'ewt!
    Gava ku pisîkê 'ewtîna wê bihîst,
    got qey kuçik e, ji tirsa, ji wê derê revya.
    Miskê jî ji çêlikên xwe re weha got:
    - Yaaa zarokno, we jî bi çavên xwe dît ku
    çiqas bi feyde ye ku meriv bi zimanekî biyanî bizanibe!


    JI BO KEVN NEBE!
    Rojekê gundîyekî Cilînî ji xwe re bawesîngekê dikire.
    Ji bo ku bawesînga wî kevn nebe,
    bawesîngê li ba nake,
    lê bawesîngê digre dide ber ruyê xwe û serê xwe li ba dike!


    JI JINA XWE NATIRSE!
    Li qahwê yekî ji hevalên xwe re got:
    - Yên ku ji jina xwe ditirsin bila hemû rabin pîya!
    Yek ne tê de hemû rabûn pîya. Ji yê ranebûyî pirsîn:
    - Welê xuyaye ku tenê tu ji jina xwe natirsî?
    Mêrik:- Na welle, jinikê vê sibê darek welê li kulêmeka
    min xistîye ku ji êsa wê ez nikarim rabim ser xwe!


    JI TERALÎ
    Teralek pista wî dixure,
    lê ji teralî û tembelîyê nikare pista xwe bixurîne,
    hema hundurê destê xwe dixurîne û diavêje pas xwe..!


    KÎ ÇI ZANE BAV ÇAWA YE?
    Yekî derewîn digot "
    Kes tuneye ku di ser min re derewan bike!"
    Lê, pasê bihîst ku derewînekî jê xerabtir heye.
    Got "welleh ezê herim vî merivî bibînim,
    hela kanê çawa ye, çawa dikare ji min bêtir derewan bike!"
    û bi rê dikeve diçe. Tê ber mala yê derewîn.
    Li derîyê wan dixe. Lawikek dertê ber derî. Mêrik dibêje:
    - Ma ev der mala filankes e?
    - Belê apo, ez jî kurê wî me, te çi divê?
    - Wele qet hema min got ez bibînim.
    - Fermo derbasî hundur be apo.
    - Ma qey bavê te ne li malê ye?
    - Na apo.
    - Êê, kuda çûye?
    - Welle li wê taxê tîsek bi 'ewrekî ketîye,
    çûye bi hev ve bidirû, ewê nuka were..!
    Mêrik ecêbmayî dimîne û ji xwe re dibêje: "
    wey xwelî li serê min û bavê min be, hela tu li kurê wî
    binêre, kî çi zane bavê wî çawa ye?"


    LAWIK HÊDÎ DIMESIYA!
    Mamoste ji teleba xwe ya keçikî dipirse:
    - Tu ji bo çi dereng mayî?
    - Mamoste, gava ku ez dihatim mektebê lawikek li pey min bû,
    hema bela xwe di min dida, ji ber wê ez hinekî dereng mam.
    - Ê te jî lez bikira?
    - Lê lawik hêdî dimesîya!


    MA HISÊ WÎ HEBA..!
    Gundî hemû li dorê civîyabûn.
    Wî jî li erebanê dixist û digot:- Hê Allah hê!
    Selawat li nebî Muhemmed hê hê!
    Carê rabû pê û li dora xwe zîz bû.
    Bi zîzbûnê re, him li erebana xwe dixist,
    ji alîkî de jî qesîde digot.
    Ji gundîyan yekî, ji gundîyekî din pirsî:
    - Ero tu dibînî, çawa li dora xwe zîz dibe,
    eynî wekî perwanê ye. Gelo ma hisê wî naçe?
    Gundîyê din:
    - Na lo, ma his di serê wî de heba qet weha dikir!


    MIN JÎ NEDÎYE!
    Padîsahek ji wezîrê xwe re dibêje:
    - Divê ku tu heta sibê ji min re gotineke welê bibêjî
    daku pênc pere neke!Wezîr diçe.
    Wê sevê xew bi çavan nakeve. Her çendî difikire lê zor e,
    çawa bike ku gotineke bi pênc pereyî neke bibîne.
    Wezîr serê sibê tê cem padîsahî û jê re dibêje:
    - Padîsahê min te bajarê Samê dîtîye?- Na!
    - Wele min jî nedîye..!


    WERE, LÊ NE BI bEV
    Dizek li mahkemê tê berdan.
    Diz diçe buroya abûqatê xwe daku sipas bike
    ku hewqasî alîkarîya wî kir û ji abûqat re dibêje:
    - Ez gelekî sipasî te dikim,
    her çi wexta tu bixwazî di xizmeta te de me.Abûqat:
    - Her wext derîyê min ji te re vekirîye,
    lê ji kerema xwe re bi sev neyê!


    WEXTA KU EZ JÎ AWÛQAT BÛM...
    Li buroya awûqat, pistî 15 deqqeyan
    kalorîfercî ji awûqat re dibêje:
    - Kalorîfera we temam e, êdî ewê bas kar bike,
    deynê we jî 200 dolar e.
    Awûqat metilmayî dimîne û dibêje:
    - Ger weha be heqê xebata te ya
    saetekê dike 800 dolar ku ez bi xwe
    bi vê awûqatîya xwe nikarim
    di saetekê de hewqas pere qezenc kim.
    Kalorîfercî bi dilekî rehet û sakîn weha dibêje:
    - Belê welleh heqê te heye, çimkî dema ku ez
    awûqat bûm min jî hewqas qezenc nedikir!




    Pêkenok :) Kn4







    avatar
    SEFKAN


    Mesaj Sayısı : 30
    Kayıt tarihi : 22/04/09

    Pêkenok :) Empty Geri: Pêkenok :)

    Mesaj  SEFKAN Salı Haz. 23, 2009 5:43 pm

    bounce Basketball bounce bounce bounce Basketball Basketball rendeer lol!

    aram heval her hebi inşallah..jı bo qeda te ez gelek keniyam yaw santa santa
    XewN
    XewN


    Mesaj Sayısı : 8
    Kayıt tarihi : 29/11/10
    Yaş : 36
    Nerden : Küba

    Pêkenok :) Empty Geri: Pêkenok :)

    Mesaj  XewN Perş. Ara. 09, 2010 9:01 pm

    hahahahaha Very Happy

      Forum Saati Cuma Nis. 26, 2024 10:08 pm